Esaf: Ez nizanim çima ew nexweş derbas nebû

Seroka Desteya Tenduristiyê li Kantona Cizîrê dibêje, “Ew nexweşê ku çûye deriyê sînorî, pêwîstiya wî bi neşteciyê heye. Birîna wî nexweşî di lingê wî de ye û pêwîstiya wî bi neşterciyekê heye.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bdbf71f2-a3bd-446d-9038-706110792970/ebir%20hesaf2.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Seroka Desteya Tenduristiyê li Kantona Cizîrê dibêje, Ew nexweşê ku çûye deriyê sînorî, pêwîstiya wî bi neşteciyê heye. Birîna wî nexweşî di lingê wî de ye û pêwîstiya wî bi neşterciyekê heye.”

 

Seroka Desteya Tendûristiyê li Kantona Cizîrê Ebîr Esaf ji K24ê re ragihand û diyar kir ku, heger wan nexwastiba ku birîndar bo Herêma Kurdistanê biçin, wan bi ambulancên fermî ew nexweş birê nedikirin, lê ew kesên birîndar pêdviyên wan bi neşterciya bilez nebûn ji ber ku metirsî li ser jiyana wan tune bû, tenê birîndarek pêdiviya wî hebû û ew jî gihêşte Başûrê Kurdistanê.

 

Esaf amaje kir û got: “ Hemû belgeyên fermî ku diçespîne ku ew nexweş in ligel wan birîndaran hene. Ew ji nexweşxaneyên me derketine û me ew nexweş şande wê deriyê. Ew nexweşê ku çûye deriyê sînorî, pêwîstiya wî bi neşteciyê heye. Birîna wî nexweşî di lingê wî de ye û pêwîstiya wî bi neşterciyekê heye.”

 

Asayîşa Rojava, îro rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku, di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.

 

Derbarê ku çima Asayişa Rojava nehêştin ku ew birîndar derbasî Başûrê Kurdistanê bibin de, Esaf got: “Bibore ez jî nizanim çima ew nexweş derbas nebû. Ambulanca ku nexweş tê de ye, bi rê de ye û hîn negihêştiye cem me, lewre em nizanin ka çi pê re çê bûye.”  

 

Esaf diyar kir jî, ku niha rewşa hemû nexweşan hatine çareserkirin û kontrolkirin û ti nexweş pêwîstiya wan bi çûna Başûrê Kurdistanê tune ne.

 

Derbarê belgeyên ku Asyişa Rojava hinceta wê digirtin bo derbasbûna birîndaran bo Başûrê Kurdistanê de, Esaf got: “Hinek pirsgirêkên me îro li dezgehê derbarê vê meselê hebûn, ji ber nexweşê ku ji cem me derdikeve, bi otombîlên Heyva Sor û ligel hemû belgeyên wan derdikevin. Ti pêwîstî bi ti belgeyên din tune ne.