Herdû ali gehiştine wê bawerîyê, bi tenê nekarin çi bikin

Piştî ku perleman a Îraqê bûye dû pişk, rewş a sîyasî ya Îraqê zêdetir alozî bû, heya niha aso ya pêkhînan hikumet a nû dîyar nîne, rêveber ê Navend a Îraqî bo werar Mêdyayî, dibêje: Herdû alî gehiştine wê bawerrîyê ku bi tenê çi bi wan nahê kirin.

K24- Bexda

Piştî ku perleman a Îraqê bûye dû pişk, rewş a sîyasî ya Îraqê zêdetir alozî bû, heya niha aso ya pêkhînan hikumet a nû dîyar nîne, rêveber ê Navend a Îraqî bo werar Mêdyayî, dibêje: Herdû alî gehiştine  wê bawerrîyê ku bi tenê çi bi wan nahê kirin.

Di hevpeyvînek a taybet bo Kurdistan24, Ednan Serc, rêvebr ê Navnd a Îraqî bo werar a mêdyayî, li ser rewş a Îraqê ragehand: Evro li Cîhanê dem a firaksyûn rêk nakevin, daxwaz a navbijîyê dikin ji Netewe yên Hevgirtî, lê endam ên Civat a Nwêner ên Îraqê, heya niha berdewamin li danûstandinan.

Got jî: bi nerîn a min ev hefîtî baştir bû ji heftî ya bûrî, herdû alî gehiştin e ewê bawerîyê ku bi tenê çi bi wan nahê kirin, lew  bi nerîn a min li ser danîştin a roj a Sêşembîyê rêkkevtine û hevwelatî, mangirtîy û xwepîşandan bo wê rojê hilgirtine, ankû fişarek a Mezin heye bo encamdan a danîştin a perlemanê.

Haşim Hebûb, vekoler sîyasî, bi Kurdistan24 re got: Pêngav ên evê dayê ya Civat a Nwêneran, ez gelek bi saxlem dibînim, hebûn a opizisyûnek azêdetir ji 100 endaman, weha dike ji niha û paşve, berpirs hest bi hinek xwe bigirin ji encamdan a gendelîyê. Çunku ji tirs a jêpirsînê dest bo her tişt naben. Berê ev nebû, her endamekî di çarçove ya firaksyûn a xwe de ecinda yên xwe bicih dihînan.

Ev di demekê de ye, bi eger a nakokîyan heftî ya bûrî, perleman a Îraqê, neşya kombûn a xwe encam bide û biryare subehî, Sêşembîyê kom bibe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6060090c-318d-412d-b492-fe47624ef5c9/KobuneweyPerlemaniIraq.ism/manifest