Qamişlo: Girîngiya girtina Girtîgeha Elaya

Di şerê dawî de yê ku li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên rêjîma Sûriyê de bûye, hêzên sayîşê gelek cîgeh xistin bin kontrola xwe de, ji wan girtîgeha Elaya ye, ku yek ji girtîgehên sereke di Parêzgeha Hesekê de ye, bi taybetî li bajarê Qamişlo.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6273b6ef-50ff-476c-8c0b-3ecd1cdecece/elaya-qamisl.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Di şerê dawî de yê ku li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên rêjîma Sûriyê de bûye, hêzên sayîşê gelek cîgeh xistin bin kontrola xwe de, ji wan girtîgeha Elaya ye, ku yek ji girtîgehên sereke di Parêzgeha Hesekê de ye, bi taybetî li bajarê Qamişlo.

Hevserokê Desteya Berevaniyê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gilo derbarê girîngiya girtîgeha Elaya de ji K24ê re axivî û got ku, Girtîgeha Elaya li rojhilatî bajarê Qamişlo dikeve û ev yek derfet dida rêjîma Sûriyê ku devera rojhilat bi temamî kontrol bike, nemaze ku ev girtîgeh mîna navendeke stratîjîk ji aliyê rêjîmê ve dihate bikaranîn, ku firokxane û foca leşkerî ya nêzîkî wê deverê bi hev ve girê bida.

Ji beriya destpêka kirîza Sûriyê û ta piştî wê jî bi dehan çalakvan û siyasetmedarên kurd di vê girtîgehê de siza û îşkence bûne, ji bilî yên bêsûc. Girtiyên di vê girtîgehê de didin zanîn ku rêjîmê hemû cûreyên îşkencê li ser girtiyan dida meşandin.

Bi girtina girtîgeha Elaya li gorî serkirdên asayîşê simboleke din ji zordariyê tê rûxandin. Herwiha li gorî xalên rêkeftinê jî ev girtîgeh mîna hin cîgehên din dê di bin kontrola Asayîşa Rojavayê kurdistanê de bimîne.