Li Tirkiyê derbarê kuştina zarokan konfirans

Herwiha zarokên penaber jî ji hemû mafên xwe yên mirovane bêpar û mahrum dimînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/54c8dc3d-ebe2-4437-9406-5d8617e53d62/Zarok-Ankara.ism/manifest

K24-Enqerê

Komaleya Gûndem Çocukê li paytexta Tirkiyê Enqerê, derbarê mafên mirovan ên zarokan de

konferansek li dar xist. Di konferansê de babeta mafê zarokan û ew zarokên ku, ji aliyê dewletê ve hatine kuştin mijara sereke bû. Ji ber bicihneanîna erka xwe dewlet di konferansê de hate rexnekirin.

LiTirkiyê yek jimijara ku, herî zêde tê nîqaşkirin mijara li ser binpêkirina mafên zarokan e. Komelaya Gûndem Çocuk, di vê çarçoveyê de li ser zarokên ku, ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û binpêkirina mafên zarokan de konferansek li dar xist. Di konferansê de helwesta dewletê hate rexnekirin ji ber ku, erka xwe ya diwarê zarokan de bicihnayîne. Herwiha komeleyê di vê derbarê de raporta xwe ya sala 2015an jî ragihand. Li gorî raportê hejmara zarokên ku, ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û zarokên ku, mafên wan hatine binpêkirin, zêdetir bûye.

Li gorî raportê mafê jiyanê ya 875 zarokan hatiye binpêkirin û ji wan ji sedî 88 jî bi destê dewletê pêkhatiye.

Derbarê vê mijarê de BerpirsiyaraKomaleyaGûndem Çocuk Ezgî Koman ji K24ê re wiha got:"Di binpêkirina mafên zarokan de sedema herî mezin ew e ku, liTirkiyêzarokwekîkesek ferdî nayêqabûl kirin. Heta ku zarok wekî ferdek neyê qabûl kirin, dê binpêkirina mafên wan hem jialiyê malbat û hem jî ji aliyê dewletê ve berdewambike. "

Ji ber ku, dewlet zarokan baş naparêze û baş li wan xwedî dernakeve,gelek zarok canê xwe ji dest didin. Di sala 2015an de 772 zarokî canê xwe ji dest daye. Herwiha dewlet, cezayên baş nade kujerên zarokan û ew kujer bê ceza dimînin.

Derbarê vê babetê Siyasetnas- Akademîsyenê Zanîngeha Enqerê Dr. Kerem Altıparmak ji K24ê re wiha axifî:"Em tim behsa çanda bê cezakirinê dikin. Derbarê bê cezakirinê de, divê em dev ji van gotinan berdin; "bila dadgêr wisa bike an dozgerwisa bike." Ji ber ku, ev arîşe arîşeyeke piralî û bingehîn e. Divê ev mesele ji binî ve bêçareserkirin."

Li gorî komeleyan, li Tirkiyê mafên zarokan tûne ye û bo mînak li Bakûrê Kurdistanê him mafên zarok tên binpêkirin him jî zarok tên kuştin. Herwiha zarokên penaber jî ji hemû mafên xwe yên mirovane bêpar û mahrum dimînin. Divê Tirkiyê li gorî peymana navneteweyî ku, îmzekiriye tev bigere û wanyaseyan karîger bike.