Ebdula Gul: Dewlet bo çareserkirina pirsa kurdî dereng maye

"Divê hêzên serbazî her dem amade bin lê di çareserkirina pirsa kurdî de hêza nerm were bikaranîn."

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê 11emîn yê Tirkiyê Ebdula Gul dibêje, operasyonên serbazî di kêşeya kurdî de metirsiyek mezin bi xwe re tîne.

Serokomarê berê yê Tirkiyê Ebdula Gul, beşdarî televîzyona El-Arabiye bû û da xuyakirin, di warê çareserkirina kêşeyên herêmê de, ji hikûmet û Serokomarê Tirkiyê cuda difikre.

Gul da zanîn ku, dewlet bo çareserkirina pirsa kurdî dereng maye û wî di dema serokomartiya xwe de bo derxistina hin yasayan pêşengtî kiriye û bi van gavan, pêvajoya diyalogê dest pê kiriye.

Gul da xuyakirin, piştî ku, li herêmê hin guhertin pêkhatin, PKKê careke din dest bi çalakiyan kiriye û da zanîn ku, divê hêzên serbazî her dem amade bin lê di çareserkirina pirsa kurdî de hêza nerm were bikaranîn.