Doza Apê Musa bo 20 Hezîranê hate paşxistin

Doza kuştina Musa Anter ango Apê Musa li Dadgeha 6. a Cezayê Giran ya Enqerê birêve çû. Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu ku cara pêşî wekî şahid hate gohdarkirin û parêzeran daxwaza berfirehkirina dozê û zêdekirina şahidan kir.
author_image Mustafa Bayar

K24 – Enqere

Doza kuştina Musa Anter ango Apê Musa li Dadgeha 6. a Cezayê Giran ya Enqerê birêve çû. Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu ku cara pêşî wekî şahid hate gohdarkirin û parêzeran daxwaza berfirehkirina dozê û zêdekirina şahidan kir.

Rûniştina dozê saet di 10:30’an de destpê kir. Kurê Musa Anter Dicle Anter digel 10 parêzeran doz şopandin. Herwiha Serokê Şaxa îstixbaratê yê wê demê Huseyîn Ozbilge û Parlamenterê AKPê Orhan Mîroglu wekî şahid di salona dadgehê de amade bûn û îfade dan.  Parêzeran daxwaz kir, ku gelek kesên din mîna Ferîdûn Yazar, Omer Ozuyilmaz, Gunden Aydin, Arîf Bekîroglu, îsa Aydemir jî wekî şahid îfadê bidin û daxwaza girtin û îfadekirina Abdulkadîr Aygan kir. 

Doz bo 20 Hezîrana 2016’an hate paşxistin.

Piştî paşxistina dozê, parêzerên Anter got; “armanca wan ne ew e ku kesekî sûcdar were dîtin û girtin, lê armanc ew e ku hemû ew kiryarên tarî were ronîkirin, lê belê dewlet li ber vê yekê regiriyan dike û bang li hikûmetê û saziyên din yên dewletê kir, ku bo doz zelal bibe hewl bidin”

Apê Musa di 20 Îlona 1992’an de digel Parlamenter Orhan Mîroglu li taxa Seyrantepeyê ya Diyarbekirê rastî êrîşeke çekdarî hatibû. Anter di encama êrîşê de jiyana xwe û Mîroglu jî birîn bûbû.  Endamê JİTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hatibû û gotibû tîmeke JİTEMê ku ew jî di nav de ev êrîş pêk aniye. Her wiha Abdulkadîr Aygan, Mahmut Yildirim, Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim wekî tawambar tên darizandin. Lê belê ji wan bi tenê Hamît Yildirim di girtîgehê de ye.