Nanxaneya Qamişlo radestî rêjîmê dibe

Nanxaneya Beis ya sereke li Qamişlo ku ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû kontrolkirin, radestî rêjîma Sûriyê bû û ji aliyê wê tê birêveberin.

K24 – Qamişlo

Nanxaneya Beis ya sereke li Qamişlo ku ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû kontrolkirin, radestî rêjîma Sûriyê bû û ji aliyê wê tê birêveberin.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo da zanîn ku, avahiya Nanxaneya Beis ya ku Asayîşa Rojava di şerê Qamişlo de dest danîbû ser, îro careke din birêvebirina wê radestî rêjîmê hate kirin.

Nanxaneya Beis yek ji cihên ku Asayîşa Rojava di şerê ku 19ê vê mehê derketiye holê de dest danîbû ser û li gorî rêkeftina di navbera Asayîşê û rêjîma Sûriyê de, ev nanxane digel girtîgeha Elaya dê di bin kontrolkirina asayîşê de bimîne.

Lê îro rêjîm careke Nanxaneya Beis ya sereke li Qamişlo birêve dibe.