Erdogan bersiva Serokê Parlamentoyê da

Erdogan da zanîn ku, di dema namzetiya Serokomariyê de jî derbarê mijarê de nêrînên xwe bi beyanameyekê aşkere kirine û da xuyakirin, nîqaşên niha, bi armanca guhertina rojeva Tirkiyê tên kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan got, Serokê Parlamentoyê nêrînên xwe yên şexsî derbarê destûra nû de anîne ziman û gotûbêjen ku, niha li Tirkiyê derbarê mijarê de tên kirin, bi armanca guhertina rojeva Tirkiyê ye.

Erdogan, di serdana xwe ya Zagrebê de, tevî Serokomara Xirwatîstanê Kolînda Kîtarovîçê, civîneke çapemenî dar xist. Erdogan, derbarê gotinên Serokê Parlamentoyê de got, hê di dema serokwezîrtiya xwe de ser girîngiya sîstema sekuler nêrînên xwe anîne ziman û bi ragehandina li Misrê jî, pêşniyarê welatên misilman kirine.

Erdogan got, dema ku, wan dest bi damezrandina partiyê kirine, li ser sîstemên sekuler yên Anglo-Sakson û Ewropayê lêkolînên berfireh kirine û di bernameya partiya xwe de jî bicih kirine.

Erdogan da zanîn ku, di dema namzetiya Serokomariyê de jî derbarê mijarê de nêrînên xwe bi beyanameyekê aşkere kirine û da xuyakirin, nîqaşên niha, bi armanca guhertina rojeva Tirkiyê tên kirin.