De Mistura heftiya bê serdana Rûsyayê dike

Di gera siyem a civînên danûstandinên Cenêvê de ji ber berdewamiya bombaran kirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve û pirsa girtiya şande Opozîsyona Sûriyê xwe ji kongir vekişand.

K24- Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stffan De Mistura heftiya bê derbarê proseya Sûriyê serdana Rûsyayê dike û ligel Wezîrê Derve yê wî welatî Sergy Lavrov dicive.

Derbarê wê serdanê  ajansa Ragehandina Rûsyayê li ser zarê berpirsekê ji Wezareta Derve ya Rûsyarê ragehand ku, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stffan De Mistura heftiya bê derbarê proseya Sûriyê serdana Rûsyayê dike û ligel Wezîrê Derve yê wî welatî Sergy Lavrov dicive.

Berî niha û piştî civîna xwe ligel Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî De Mistura daxwaz ji Rûsya û Amerîkayê kiribûn ku, hawlên xwe bikin daku, şerê li Sûriyê bi dawî were û rê nedin agirbesta li Sûriyê hilweşe.

Di gera siyem a civînên danûstandinên Cenêvê de ji ber berdewamiya bombaran kirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve û pirsa girtiya şande Opozîsyona Sûriyê xwe ji kongir vekişand.