Ji ber rewşa şer Şaredariya Diyarbekirê nikarî xizmet bikira

Hevserokên Şaredariya Mezin yên Diyarbekirê Firat Anli û Gultan Kişanak, cîvîneke çapameniyê lidar xistin û dazanîn ku ji ber şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, wan nikaribûne karên xwe bi hêjayî bikin û derfet çênebûye, ku beriya niha jî xebat û projeyên şaredariyê yên 2015-an jî ragihînin.

K24 – Diyarbekir

Di destpêka civînê de, slaytek ku xebat û projeyên şaredariyê yên 2015-an tê de cîh digirtin hat pêşnîşandan û Hevserokan jî  diyar kir ku şer, him ji bo bajêrê Diyarbekirê, him jî ji bo welatiyan b[ye egera têkçûyîn û xeteriyên mezin û bal kişandin ku gelek caran ji ber astengiyan, wan nikarîbûne xizmetên rojane û serekî jî bikin.

Firat Anli biryara îstimlakirinê jî nirxand û diyar kir, ku ger li gor pîvanên îstimlakê projeyekî hebe, ewê jî piştgirî bikin ji bo avakirinê. Lê ger ku, mulkên welatiyan ji sermiyandar û piştevanên hikûmetê re bê pêşkêş kirin jî, ewê ligel mafên welatiyan helwest deynin. Anli ragihand ku ew heta niha resterast gihiştine malabatên ku ji navçeya Sûrê koçber bûne û alîkariya wan kirine.

Gulatan Kişanak jî dazanîn, ku di demên mirov bên kuştin de, ji şîn û êşan be jî derfetê xizmetên baş namînin. Kişanak anî ziman ku hin caran narazîbûn hatiye nîşandan, ku ew behsa kirina xizmetan dikin.