Wezîrê petrola DAIŞê hate kuştin

Berî niha Artêşa Iraqê ragehandibû ku, wan di operasyonekê 91 çedarên DAIŞê kûşti bûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Petrola DAIŞê yê bi navê Wehîd El- Sebawî  ligel serkrdeyeke din li bajarê Mûsil di encama tobarankirina Artêşa Iraqê li wî bajarî hate kuştin.

Derbarê kuştina wî wezîrê DAIŞê kenala SkayNews nûçeyek belev kir, tê de tekez kir ku, odeya proseyên rizgarkirina Neynewa ragehandine ku, di encama tobarana Artêşa Iraqê li ser bajarokê El-Qeyara de,  Wezîrê Petrola DAIŞê yê bi navê Wehîd El- Sebawî  ligel serkrdeyeke din li bajarê Mûsil hate kuştin.

Berî niha Artêşa Iraqê ragehandibû ku, wan di operasyonekê 91 çedarên DAIŞê kûşti bûn.