Li ser Têkiliyên Almanya û Tirkiyê simînar

Di vê çarçoveyê de helwesta Elmanyayê ya li hemberî Tirkiyê tê meraq kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f58dbc15-b00b-4240-9b7a-98e9c0ac6b2c/TekiliTirkiyeElmanya.ism/manifest

 

K24-Enqerê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê di dam û dezgeha SETAyê de bi navê "Têkîliyê Tirkiyê pêş ve diçe an paş ve diçe" panelek hat lidarxistin. Di panalê de têkîliyên her dû welatan him ji aliyê dîrokî ve hem jî ji aliyê bûyerên di rojevê de hat nîqaşkirin.

Li SETAyê di panelê de têkîliyên Tirkiyê û Elmayayê ji her alî ve ligel beşdariya mevanên Elmanî hate nîqaşakirin.

Dema ku, Şerê Duyemîn yê Cîhanê xelas bû, aboriya Elmanyayê îflas kiribû. Lê Elmanya di nava Yekîtiya Ewropayê de niha yek ji wan welatên ku, herî zêde bi qewet e. Herwiha di navbera Tirkiyê û Elmanyayê de ji bilî peymana xalên YEyê, yên aborî û terorê jî hene. Her çiqas ji serdema şerê Duyemîn yê Cihanê ve têkîliya her du welatan ji aliyê aborî ve bi pêş ve çûbe jî di van demên dawînde arîşeya Îslamofobiyê di navbeyna wan têkîliyan de bûye wek girêkekê.

Derbarê vê yekê Rojnamgerê Islamische Zeitung SOT//Stefan Sulaiman Wilmas wiha ji K24ê re got:"Têkîliyên Tirkiyê û Elmanyayê ji aliyê aborî baş in. Lê dema ku em di çarçoveya siyasetê de li çapemeniyê binihêrin, gelekî xeletî hene. Tirkiye welatek misliman e. Ji ber vê yekê Tirkiye di çapemeniyê de bi awayekî baş cih nagire. Heta rewşenbîrên Elmanî jî li dijî wan dinîvisînin." 

Têkîliyên Tirkiyê bi Yekîtiya Ewropa û Elmayayê re ji ber penaberan bi pêş ketibû. Serokwezîra Elmanyayê 4 caran serdana bo Tirkiyê kir. Tirkiyeyê jî beramberî çareserkirina arîşeya penaberan, siyaseta xwe ya endamtiyê ya bo YEyê da pêş.

Derbarê vê mijarê de Lêkolînerê SETAyê Enes Bayraklı wiha ji K24ê re axifî:

"Ji bo Elmanyayê Tirkiye gelek giring e. Ji ber ku, Elmanya dizane ku, beyî Tirkiyê pirsgireka penaberan naye çareser kirin. Elmanya jî dixwaze vê pirsgirekê çareser bike û ji ber vê yekê jî 4 caran hat Tirkiyê."

Di salên 1950yan de gelek welatiyên Tirkiyê ji bo kar çûbûn Elmayayê û hin ji wan venegeriyabûn Tirkiyê û hin jî bûbûn welatiyên Elmayayê. Herwiha dema ku ew kes, çûn wê derê bi hin pirsgirêkan re rûbirû man.

Derbarê vê yekê  Akademîsyenê Zanîngeha Tirk û Elman

Thomas Krumm "Divê em li polîtîkayên koçberiyê yên Elmanyayê  binihêrin. Welatiyên Tirkiyê ji bo kar koçî Elmanyayê kiribûn. Dema ku wê demê hatin Elmanyayê, tû mafên wan tunnebû. Lê belê paşî mafê dengdayinê qezenc kirin."

Têkîliyên Tirkiyê û Elmayayê ewqas pêş ketine ku, dema ku komedyenê Elmanyayê henekê xwe bi Serokkomarê Tirkiyê re kir, bi daxwaza Serokkomar, Serokwezîra Elmanyayê destûra doz vekirina wî komedyenî da. Herwiha Tirkiyê, roja dûşemiyê ji bo rakirina vîzeyan rapora xwe pêşkeşî Yekîtiya Ewropa dike. Di vê çarçoveyê de helwesta Elmanyayê ya li hemberî Tirkiyê tê meraq kirin.