Di buharê de deşta Mûşê bi laleyên sor dixemile

Laleya Mûşê bi taybetî li ciyên ku, nehatine ajotin û dermanên kîmyewî nehatine bikaranîn derdikeve û şîn dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajêr her sal di meha nîsanê da laleyên ku, bi navê "Mûş 1071" hatine qeydkirin vedibin û Deşta Mûşê bi laleyên sor va dixemile.

Laleya Mûşê bi taybetî li ciyên ku, nehatine ajotin û dermanên kîmyewî nehatine bikaranîn derdikeve û şîn dibe.

Derbarê vê mijarê Midûrê Mûş Tarimê Ergun Çolakogluyê destnîşan kir ku, emrê laleya Mûşê 20 rojin û wiha got: "Laleya Mûşê sor e. Ev lale li deştê bejî çêdibe. Di nav meha Nîsanê de kulîlk vedide. Ji bo ku, ev lale were parastin û emrê wê dirêj be xebat dê bên kirin."