Peyama aştiyê bi erbaneyan radigihînin

Koma muzikê ya bi navê Ahûra bajar bi bajar digere û peyamên xwe yên aştiyane bi gelek zimanên ji hev cudatir bi erbaneyan digihîne hemû cîhanê. Taybetmendiya ya herî mezin a komê ew e ku zêdetirîn bi rîtim û erbaneyan xebatên xwe pêk tîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8375f486-6ed8-409e-a25f-4b19b466115b/CandaErbane.ism/manifest

K24 – Stanbol

Koma muzikê ya bi navê Ahûra bajar bi bajar digere û peyamên xwe yên aştiyane bi gelek zimanên ji hev cudatir bi erbaneyan digihîne hemû cîhanê. Taybetmendiya ya herî mezin a komê ew e ku zêdetirîn bi rîtim û erbaneyan xebatên xwe pêk tîne.

Erbane li erdnîgariya Kurdistanê di nav çanda Kurdan de xwediyê cihekî dîrokî ye. Enstrumana qedîm bo bîr û baweriyan bi taybetî ji bo Êzdiyan pîroz e. Çi êş be çi şahî be bi erbaneyan hatine vegotin. Ji rabirdûyê heta niha ev çand bi dildarên muzikê berdewam e.

Koma Ahûra ku ji aliyê mamosteyê defê Samî Huseyîn ve li Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin, dengên xwe yên pirzimanî digel erbaneyan dide bihîstin.

Huseyîn derbarê koma xwe de ji K24ê re got: “Ev kom li ser aştî û azadiyê dixebite. Ji her zimanê stranên me hene. Bi kurdî, tirkî, farisî, ermenî, erebî û her wekî din. Bi taybetî xelkê Kurdistanê ji terza muzika me kêfxweş dibe. Çimkî ji wir hatine stendin.”

Ji ber hinek kêşeyan Samî Huseyîn tê Îzmîrê û li vêderê şagirdan perwerde dike. Her wiha hejmara defjenan jî zêdetir dibe.

Defjen Dîlan Balkan jî anî ziman û axivî: “Mirov, stranên xweş yan ne xweş dikare bi vê enstrumanê bibêje. Beriya 2 salan min dest bi erbaneyê kir û hêj ez lê didim. Heta niha min ji bilî dengê erbanê dengekê xweş nebihîstiye.”

Koma ku ji 18 kesan pêk tê bêhtir li ser rîtimê dixebite. Jinên defjen jî bi defê hêviyên xwe distrînin. Ji bo wan erbane evînek e.

Herwiha Defjen Evîn Akbal jî got: “Em gelek kêfxweş in ku jin li erbaneyan dixin. Erbane dengê me ye, navê me ye. Tiştên ku em nikarin bibêjin em bi erbaneyan dibêjin. Stranên xwe bi Kurmnacî, Soranî, Farisî û Ezerî jî dibêjin.”

Defjen Şîlan Altuntaş jî derbarê karê de got: “Piştî ku min erbane nas kir, berî her tiştî ez pê kêfxweş bûm. Erbane ji min re bû armancek, hêviyek, ji bo min wateya jiyanê ye. Dema ez aciz dibim ez dengê xwe bi erbaneyê bilind dikim. Di çanda Kurdan de jî cihê erbanê cuda ye.”

Erbane dengê êş, evîn, hêvî, bawerî û serhildanê ye. Loma bi berdewamiya jiyanê dengê defê jî dê zêdetir belav bibe.