Peymana Sykes-Picotê rojeke reş e

Di derbarê Peymana Sykes-Picotê û sedsaliya wê de, hejmarek ji siyasetmedar, çalekvan û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin duruşma ji bo rojeke Serbixwe û şermezarkirina 100saliya Peymana Saykes-Picotê, komîteyeke amadekar avakirine û kar li ser wê yekê dikin, ku roja Şemiyê 14 Gulanê berê xwe bidin bajarê Koln ya Almanyayê û dest bi mîtingeke mezin bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f823b674-c719-47dc-bf72-8e01e449661b/Seksbiko%20shermezarkirin.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derbarê Peymana Sykes-Picotê û  sedsaliya wê de, hejmarek ji  siyasetmedar, çalekvan û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin duruşma “Ji bo rojeke Serbixwe” û şermezarkirina 100 saliya Peymana Saykes-Picotê, komîteyeke amadekar avakirine û kar li ser wê yekê dikin, ku  roja Şemiyê 14 Gulanê berê xwe bidin bajarê Koln ya Almanyayê û dest bi mîtingeke mezin bikin.

Komîteya Amadekar ya wê mîtingê, bang li hemû aliyên siyaysî û herwiha gelê her parçeyên Kurdistanê û kesên biyanî yên bi doza Kurd radibin dike, ku beşdariyê di wê mêtingê de bikin û  peymana  Sykes-Picotê wek “Rojeke Reş” ji welatên cîhanê re nîşan bidin.

Herwiha dê di wê mîtingê de hejmarek ji hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî bibin, dê gotarên siyasî jî di wê mîtingê de werin xwendin.

Peymana Sykes-Picotê di 16 meha Gulana  sala 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hat îmezekirin,  tê de sînorên Rojhilatana Navîn bi destkeftên şerê cîhanê yê yekem li ser welatiyên Rojava hatin dabeşkirin. Herwiha beşeke kurdistanê jî ket bin destê Yekîtiya Sofiyêt û navê Kurdistna sor lê hate kirin.