Îranê geştên xwe bo Iraqê rawestandin

Duh, Xwepêşandana Tevgera Sedir li navçeya Kesk ya Bexdayê belav bû derbasî avahiya Parlementoya Iraqê bûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Îranê ji ber bûyerên Bexda rawestandina geşt û serdanên welatiyên xwe bo Iraqê ragehand.

Derbarê vê mijarê Serokê rêxistina Hec û Umerê ya Îranê Seîd Ewhedî ji rojnameya El-Yewm daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Rêxistina Hec û Umerê biryar da ku, geşt û serdana bo merasîma Imam Mûsa El- Kazim ku dikeve roja sêşemba bê de, rawestandin."

Ewhedî da zanîn ku, tenê ew dê serdana bajarê Necefê ya ku, gora Elî Bi Ebî Talib lê heye bikin.

Wî berpirsê Îranî huşdarî da welatiyên xwe ku, di van rojên bê de berê xwe nedin Bexda.

Duh, Xwepêşandana Tevgera Sedir li navçeya Kesk ya Bexdayê belav bû derbasî avahiya Parlementoya Iraqê bûn.