Amerîka hewla ragihandina agirbestê li Helebê dike

Bombebarankirina Helebê kete roja 10emîn, ku dora 250 kesan canê xwe jidast dane. Amerîka pêwendî ligel Rûsyayê dike, bo Rûsya guvaşê li rêjîma Sûriyê bike, ku operesyonên xwe li Helebê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombebarankirina Helebê kete roja 10emîn, ku dora 250 kesan canê xwe jidast dane. Amerîka pêwendî ligel Rûsyayê dike, bo Rûsya guvaşê li rêjîma Sûriyê bike, ku operesyonên xwe li Helebê rawestîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby aşkere kir, ku Kerry li ser destpêşxeriyekê kar dike, bo ji nû ve agirbestê li Sûriyê encam bide, Heleb jî ji deverên herî girîn e li gor Kerry ku şer rawest e.

Kerby aşkere kirk u, Amerîka pêwendî ligel Rûsyayê dike, bo Rûsya guvaşê li rêjîma Sûriyê bike, ku operesyonên xwe li Helebê rawestîne.

Herwiha Kerby diyar kir, ku Kerry îro li Cenêvê ligel Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura, Wezîrên Derve yên Suidiyê û Urdinê Adil Cubêr û Nasir Code dicive, bo gutûbêjkirina rewşa operesyonên rêjîmê û ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyê ku Heleb jî tê de ye.

Artêşa Sûriyê, roja 28 Nîsanê agirbesteke demkî 72 demjimêr li Şama paytext û navçeya Xotaya Rojhilat ragihandibû.