“Yê girîng di her destûrekê de parastina mafê çarenûsî ye”

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura 4ê Tebaxê destnişan kiriye ji bo amadekirina destûra Sûriya pêşerojê. Gelek hewldanên tekane ji aliyên siyasî yên Kurdî ve, ji bo berhevkirina destûrekê bo tevahiya Sûriyê têne kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura 4ê Tebaxê destnişan kiriye ji bo amadekirina destûra Sûriya pêşerojê. Gelek hewldanên tekane ji aliyên siyasî yên Kurdî ve, ji bo berhevkirina destûrekê bo tevahiya Sûriyê têne kirin.

Pisporê Yasaya Destûrî Dr. Mihemed Hesen derbarê nivîsandina destûrekê bo Sûriyeya Pêşeroj de ji K24ê re ragihand ku, wek rewşa Sûriyê divê berî her tiştekî rêketfinek di navbera pêkhateyan de hebe, piştre kongreyeke ku nûnerên gel û pêkhate û partiyên wî welatî were lidarxistin û komîteyeke pispor hilbijirin bo nivîsandina destûrê. ji bo pêkhateya mezin mafê pêkhateyên biçûk nexwe.

Hesen amaje kir, ne pirsgirêk e ku her pêkhateyek an partiyek projeya destûrekî pêşkêş bike, ji ber di wan reşnivîsên destûran de mafê û nêrînên her pêkhateyekê diyar dike.

Hesen diyar kir, divê Kurd di vê qonaxê de destûrekî federalî bo pêşeroja Sûriyê bixwaze. Heger Sûriye pêşeroj secularîzmî be pir baş e, heger sivîlîzmî be û mafê Kurd tê bê parastin jî baş e, lê ya girîng ew e ku mafê çarenûsî ya Kurd di destûr de bê parastin.

Debarê bilgenameya ku di navbera ENKS û Îtîlafê de hatiye îmzekirin de, Hesen got: “Tiştê baş tê de ew e, ku hat diyarkirin ku Sûriyeya Pêşerojê demokratîk e, ne taifî ye û li mafên pêkhateyan mukir hat û Kurd ne wek kêmnetew, wek netew hate binav kirin. Lê gelek tişt jî tê de ne zelal man. Tiştê baş jî ku xalin tê de hene ku Kurd dikare li ser wê kar bike.

Rêjîm û opozîsyona Sûriyê, her du derbarê sîstema “Nenavendiya Îdarî” de hevnêrîn in û “Nenavendiya Siyasî” napejirînin. Hesen bo wê yekê got: “Heger Kurd mafê çarenûsî bidest xist, ew nav ne girîng e, nimûne wek herêma Katalonya li Îspanyayê, ku desthilatin ji gelek federalîzman berferehtir  bidest xistine.”

Lê Hesen diyar kir ku, heger sîstema welat li gor sîstema nanavendiya siyasî be, hemû maf di destûr de tên nivîsandin, gava pirsgirêk di navbera herêm û hikûmeta navendî de çê bibe, herêm di dadgehên pispor de wek hempa li beramber hikûmeta navendî radiwest e. Lê heger nenavendiya îdarî be, herêm dikeve bin fermana hikûmeta navendî.