Gorr ê Hacî Qadir Koyî û hijmarek a destnivîs ên wî hatin vedîtin
K24- Hewlêr
Yek ji endam ên malbat a helbestvan ê Kurd, Hacî Qadir Koyî, taybet bi Kurdistan 24 ragehand ku piştî 119 salan gorr ê evî Helbestvan ê mezin li Istnabûlê hat vedîtin û dê vegerrînîn Kurdistanê.
Nêzîkî 120 salin Hacî Qadir Koyî çûye li bajar ê Istanbûlê, çûye ber dilovanî ya Xweday, lê cih êgorr ê wî ne dîyar bû. Niha malbat a wan dibêjin Me ji bilî vedîtin a gorr ê wî, Me çend destnivîsek ên wî jî vedîtine.
Hacî Qadir Koyî, wek Ehemd ê Xanî peyrew a hizr a neteweyî kirîye di hilbest ên xwe de û helbest ên wî pirrn ji rênmayî û pend û coşdan a xelkê bo hevgirtin û Kurdînîyê.
Hacî Qadir, kurr ê Mela Ehmed, kurr ê Mela Salih, Kur ê Mela Ehmed ê Mezin e. Li sal a 1815 li gund ê Gorrqerecî, ser bi bajar ê Koye ve, ji dayîk bûye. Bi armanc a xwîndinê ber bi rojhilat a Kurdistanê ve çûye û dûv re ber bi Turîyayê diçe û li sal a 1897 li Istanbûlê çûye ber Dilovanî ya Xweday.
Bi ziman ê Kurdî, Erebî, Farisî û Turkî helbest vahandine, ji alî yê naverokê ve, giringî bi mijar ên netewyî û nîştîmanî daye,