Brîtanya: Pêwîstiya Sûriyê bi destpêşxeriyekê heye
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond ragehand ku, pêdivî bi destpêşxeriyeke nû li Sûriyê heye da ku, danûstandin berdewam bin.
Derbarê vê mijarê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond di kongiryekî rojnamevanî de wiha got: Bo berdewambûna danûstandinan pêdivî bi destpêşxeriyeke nû li Sûriyê heye, di baweriya min de heftiya bê wê gelek hevdîtin û civîn werin pêkanîn.
Hammond da zanîn ku, Opozîsyona Sûriyê di beşdariya wê di danûstandinan de rastî gelek zehmetiyan dibe.
Duh, her yek ji Rûsya û Amerîkayê lihevkirin ku, agirbesta li Sûriyê bo du rojên din berdewam bibe û bajarê Helebê jî bikeve dibin navçeyên ku, agirbest lê vedgire.