Li Kobanê bo berhemên zarokan Pêşangeh

Li gor komîteya amadekar, piraniya berhemên zarokan ji heriyê hatibûne çêkirin, eve yeke jî girêdana wan zarokan bi axa bajarên wan dide nîşandan.

K24-Kobanê

Bi armanca bilindkirina moralên zarokan û jibîrkirina rewşa xirab ya ku, bajarê Kobanê tê de derbas bûyî, Desteya Jinê ya Kantona Kobanê pêşangehek ji berhemên zarokan li kampa Miştenûrê vekirin.

Derbarê pêşangehê endamekî komîteya amadekar ya pêşangehê da zanîn ku, berhemên pêşangehê yên zarok, memosteyên zarokan û dayîkê wan bûn.

Herwiha hemû berhem girêdayîbûn bi rewşa wan ya zehmet ve, ji ber ku, wan zarokan di dema şerê DAIŞê li Kobanê de,rastî gelek zehmetiyan bûn.

Li gor komîteya amadekar, piraniya berhemên zarokan ji heriyê hatibûne çêkirin, eve yeke jî girêdana wan zarokan bi axa bajarên wan dide nîşandan.