Karter: piraniya operasyonên Tirkiyê dijî PKKê ne

daxwaz ji wî welatî kir ku êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê zêdetir bike.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragehand ku piraniya operasyonên Tirkiyê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê ne, neko li dijî rêxistina Dewleta islamî ya Radîkal(DAIŞ)ê ne.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter duh,1ê Mijdarê ragehand ku pêwîste Tirkiyê çavdêriya sînorîn xwe zêdetir bike da ku bikare wî sînorî biparêze.

Carter da zanîn ku piraniya operasyonên Tirkiyê li dijî pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê ne û daxwaz ji wî welatî kir ku êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê zêdetir bike.

Tê zanîn ku Tirkiyê yek ji welatên hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê ye ku ji 60 welatan pêk tê.