Amadekirî bo pêşwaziya penaberên Mûsilê tê kirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Heyva Sor ya Iraqê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Amadekiriya pêşwaziya penaberên piştî proseya rizgarkirina Mûsilê dikin.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Heyva Sor ya Iraqê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Amadekiriya pêşwaziya penaberên piştî proseya rizgarkirina Mûsilê dikin.  

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşweziya Serokê Heyva Sor ya Iraqê Dr. Yasîn Ehmed, Serokê Şaxê Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê Hawrê Îhsan û Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed kir.

Di hevdîtinê de, rewşa mirovî ya kampên penaberên li Herêma Kurdistanê hate behskirin û Dr, Yasîn E hmed spasiya Herêma Kurdistanê kir, ku di dema krîza darayî de karî pêşwaziya yek milyon 800 hezar penaber û derbider bike.

Her di hevdîtinê de, çawaniya amadekariya kontrolkirina egera hatina şepêleke din ya penaberên Mûsilê hate behskirin, nemaze di warê ewlehî û parastina wan penaberan di dema encamdana proseya rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê de.

Bo proseya rizgarkirina Mûsilê, Heyva Sor ya Iraqê bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê pilana pêşwext bo dabînkirina pêwîstiyên penaberan amade dikin.