59 hezar penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdinê ne

Tê zanîn ku, ji ber ew penaber ji navçeyên di bin kontirola DAIŞê de hatine, lêkolîn derbarên wan têne kirin heta ku, derbarî Urdinê bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêza parastina sînor ê Urdinê ragehand ku, 5 hezar û 500 penaberên Sûriyê piştî şerê bajarê Helebê û Şamê giheştine sînorê wî welatî.

Derbarê amarên nû yên ku, li ser sînoê di navbera Urdin û Sûriyê de, Fermandarê Hêza parastina sînor yê Urdinê ragehand ku, 5 hezar û 500 penaberên Sûriyê piştî şerê bajarê Helebê û Şamê giheştine sînorê wî welatî.

Wî berpirsê Urdinî da zanîn ku, hejmara penaberên Sûrî li ser sînorê wî welatî ji aliyê rojhilat ve giheştiye 59 hezar penaberan, aşkere kir ku, ew penaber dixwazin derbasî Urdinê bibin.

Tê zanîn ku, ji ber ew penaber ji navçeyên di bin kontirola DAIŞê de hatine, lêkolîn derbarên wan têne kirin heta ku, derbarî Urdinê bibin.