Ekrem Berekat: “Gerek e rojnamevan û her kes biçin leşkeriya neçar”

Hevserokê Yekîtiya Ragehandina Azad ya Kantona Cizîrê radigihîne “Leşkeriya neçar” erkê hemûyan e û dibêje: “Heger em bêjin ev rojnamevan e, divê neçe leşkeriya neçar. Ev mamoste ye neçe leşkeriya neçar. Ev siyasetmedar e neçe leşkeriya neçar, emê çawa parastina bajarên xwe bikin?.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Yekîtiya Ragehandina Azad ya Kantona Cizîrê radigihîne “Leşkeriya neçar” erkê hemûyan e û dibêje: “Heger em bêjin ev rojnamevan e, divê neçe leşkeriya neçar. Ev mamoste ye neçe leşkeriya neçar. Ev siyasetmedar e neçe leşkeriya neçar, emê çawa parastina bajarên xwe bikin?.”

Hevserokê Yekîtiya Ragehandina Azad ya Kantona Cizîrê Ekerm Berekat derbarê erk û karên wê tekîtiyê ji K24ê re got: “ji destpêka damezrandina Yekîtiya ragihandina Azad de, em erkê derfetdayînê bo karê rojnamevanan radibin, herwiha me bi hemû saziyên rêveberiya Xweser re mafê girêdaye ku, ti rojnamevan rastî astengiyan netên û derfet bo hemû rojnamevanan were dayîn.”

Berekat derbarê gefên ku li Cangîn Elîko tên xwarin de got: “Yekîtî Mîdiya dezgeheke siyasî ye, ne rojnamevanî ye, divê em rojnamevanan nas bikin, ka kî rojnamevan e û kî ne rojnamevan e.”  

Rojnamevan Cengîn Elîko yê di “Yekîtî Mîdiya” de li bajarê Dirbêsiyê kar dike,  ku di meha çile ya îsal de rastî êşkencê bûbû. Elîko dibêje ku ji ber karê rojamevaniyê û rexneyên tund  yên li yaseyên Rêveberiya Xweser digire, gelek caran ji aliyê grûpên nenaskirî ve gef lê hatine xwarin.

Derbarê mijara girêdana Yekîtiya Ragihandina Azad ser bi Pariya Yekîtiya Demoktîk (PYD) ve, Berekat ragihand û got: "Eger em ser bi partiyeken Siyasî ve bin, me berevanî di ber rojnamevanên din nedikir, berî niha du rojnamevan hatin girtin û ne ji partiya PYDê bûn, yek ji wan di Yekîtî Midya de kar dikir, me weke Yekîtiya Ragehandina Azad bervenî di ber de kir, heta her du rojnamevan hatin berdan."

Derbarê pirsa ku peyamnêrek li Rojavayê Kurdistanê ku ji bo erkê xweparastinê hate kişandin û niha çek hilgirtiye, Berekat di wê derbarê de got: “Parastina welatekî erkekî netewî ya hemûyan e, ji rojnamevan, nivîskar, mamoste, ev hemû neçar in ku vî erkî bikin. Heger em bêjin ev rojnamevan e, divê neçe leşkeriya neçar. Ev mamoste ye neçe leşkeriya neçar. Ev siyasetmedar e neçe leşkeriya neçar, emê çawa parastina bajarên xwe bikin?.”