Hindistan kunsilxane ya xwe li Hewlêr Dê veke

Balyûz ê Hindistanê li Îraqê ragehand: Bi aramanc a bi hêzkirin a peywendî yên Dîplomatî li gel Herêm a Kurdistanê bi van nêzîkan kunsilxane ya xwe li Hewlêrê dê vekin.

K24- Hewlêr

Balyûz ê Hindistanê li Îraqê ragehand: Bi aramanc a bi hêzkirin a peywendî yên Dîplomatî li gel Herêm a Kurdistanê bi van nêzîkan kunsilxane ya xwe li Hewlêrê dê vekin.

Corc Raco, Balyûz ê Hindistanê li Îraqê di dîdar a xwe de li gel Nêçîrvan Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê, raghand: Hidistan amadeye peywendîyek a mukim û tund ên dîplomatî li gel Herêm a Kurdistanê girê bide , bo evê yekê jî, Me biryar daye di ayîndeyek a nêzîk de kunsilxane ya giştî ya welat xwe li Herêm a Kurdistanê vekîn.

Xuya jî kir ku rewş a Herêm a Kurdistanê bo pêşkevtin û weberhînanê guncaye û amadebûn a xwe nîşan da xwedî kar û weberhêner ên hindistanê han bide li Herêm a Kurdistanê weberhînanê bikin.

Ji alî xwe ve jî, serok ê Civta wezîr ên Herêm a Kurdistan, pêşwazî li biryar a hikumet a Hindistanê kir, li ser vekirin a kunsilxane ya giştî li Hewlêrê û amaje bo wê yekê kir ku ev pêngav dibe eger a baştirkirin a peywendîyan di war ên kiltûrî, saxlemî û abûrî de.

Herweha serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê got: Delîve ya weberhînanê li Herêm a Kurdistanê bi eger a tengije ya Daraîyî û şerr ê tîroist ên Daişê hinek sistî kevtîye di nav de, lê piştî derbazbûn a evê tengijeyê, ûmêd a rexsandin a delêîve ya baştir bo weberhînanê dibe û di vê çarçoveyê de jî, kompanya yên Hindistanê dikarin li Herêm a Kurdistanê weberhînanê bikin.