Li Bakurê Kurdistanê ava bi şîfa ya li bajarê Agirî

Niştecîh amaje bi wê yeke jî dikin ku, ev av bisalan e ji bo êşa diran û êşa ser jî wekî derman tê bikaranîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/68ab82ed-9863-40d4-861a-fd835932dc75/LiErzeromeAvaBiDerman.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê û bi gerimbûna hewayê, dîmenên rengîn derdikevin holê.  Digel wan dîmenan li xwezaya bihûştî ya Bakurê Kurdistanê, gelek tiştên balkêş jî hene.Yek jî wan tiştan jî ava bi şîfa ya li bajarê Agirî ye.

Li bajaroka Avkevira bajarê Agiriyê ya ku 30 kîlometreyan dûrî navenda bajêr di gel hatina biharê dîmenên xweş derketin holê. Ji bilî wê, li bajarokê avek derdikeve ku, ji bo avêtina kevirên li ser gurçikan baş e û welatî ji vê avê sûdê werdigrin.

Şaredariya bajarokê ji bo welatî ji vê avê sûdê werbigire, 4 kanî çêkirine ku navê şarederên berê yên ku çûne ber rihma xwedê li wan her çar kaniyan hatiye kirin. Ev ava bi şîfa ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dibîne.

Welatiyek bi navê Ahmet Yakar ji K24ê wiha got: "Kevir li ser qurcikê min hebûn. Ji zû de ev nexweşî li min hebê. Ez çûme nexweşxanê jî nebû çare. derzî derman dane min derbas nebû. Eva 15-20 roj in ez vê avê bikartînim . Bi rastî jî min fêde jê wergirt ez çûme doxtor. Doktor ji min re got tu kevir dixwî. Bijîşkan gotin gelo te çi xwar. Mingo avek heye ez wê vedixwim. Bijîşkan jî ji min re got ew av kêrî te hatiye avake derman e."

Ev bajaroka ku, ava bi şîfa lê derdikeve, devera herî mezin ya seyranê ye. Niştecîhên bajarokê hem tên li vir seyrana xwe dikin hem jî ava bi şîfa vedixwin û dibin mala xwe.

Welatiyeka din bi navê Hûseyîn Arslan ji K24ê wiha axifî:

 "Evê kevir di gurcika wî de hebe pêwîste ku were vê avê vexwe. Dê şifa bibîne. Me li derdora xwe zehf kes dîtiye ku şîfa jê dibînin. Ava Avkevirê aveke zev zûdane. Ji berê dertê. Her daim em dibin malên xwe."

Niştecihên ku, li bajarokê dijîn bangavaziya wan ji bo rayedarên dewletê heye ku, xwedî li vê ava bi şîfa derkevin û bi her awayî bidin danasîn.  Niştecîh amaje bi wê yeke jî dikin ku ev av bisalan e ji bo êşa diran û êşa ser jî wekî derman tê bikaranîn.