Rûsya hûrkarî yên peywendî yên xwe li gel Kurd ên Rojava aşkera dike

Wezaret a berevanî ya Rosyayê, aşkera dike, hêz ên Kurdî yên Rojava ya Kurdistanê, bi zanyarîdanê li ser armanc û hêriş ên asmanî li Sûryayê, harîkarîç û hevahengîyê dikin.

K24- Hewlêr

Wezaret a berevanî ya Rosyayê, aşkera dike, hêz ên Kurdî yên Rojava ya Kurdistanê, bi zanyarîdanê li ser armanc û hêriş ên asmanî li Sûryayê, harîkarîç û hevahengîyê dikin.

Îgor konaşînof, gotebêj ê wezret a berevanî ya Rûsyayê ragehand, Kurd ên Surayê hevkar ên giring ên wanin di hêriş ên asmanî de li dijî Daişê li Suryayê. Aşkera jî kir ku Kurd zanîyarîyan bo wan dabîn li ser ew cih ên ku firoke yên cengî yên Rûsyayê divên hêrişan bikin ser.

Her ewî gotebêjî got: Piranî ya zanyarî yên taybet bi aramnc ên hêriş ên me yên asmanî li Sûryayê, Kurd bo me dabîn dikin, lê hêz ên asmanî yên Rûsyayê jî ewan zanyarîyan serrast dikin, vêcra biryara a encamdanê li ser dihê dan.