Rêveberiya Xweser nûnertiya xwe li Birlînê vedike

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê, navendeke xwe li Berlînê vedike.
Li gor ajansa “Hawar” belav kiriye, Rêveberiya Xweser dê sibe demjimêr 17:00 bi amadebûna hin partî û aliyên siyasî navendeke nûnertiya xwe li Berlînê veke.
Tê zanîn ku navendên nûnertiyê yên Rêveberiya Xweser li Silmaniyê, Mosko, Stockholm û Bragê jî vekiriye.