Li Tirkiyê rojev alozî û guherînên nava AKPê ye

Daxuyaniya Serokwezîr Davutoglu bû cihê şîroveyên balkêş yên siyasî. Muxalefet îdia dike ku bi fişara Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Davutoglu dev ji erka xwe berda ye û çûna Davutoglu wekî girîngtirîn gav ji bo danîna pergala Serokatiyê dinirxîne. CHPê diyar kir ku Serokkomar Erdogan têkilî nava AKPê dibe û bi vê yekê destûrê binpê dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/be18ffb7-5678-4bbb-8bc5-8e6828bc3a5b/AKP%20Davutoglu.ism/manifest

K24 – Enqere

Serokwezîrê Tirkyê Ahmet Davutoglu biryar da ku di 22 gulanê de dev ji erka xwe berde. Bi biryarê siyaseta Tirkyê hejiya. Muxalefet çûna Davutoglu bi serokatiya Erdogan ve girê da. AKPê jî ev biryar wekî guhertina nobedariyê nirxand.

Li Tirkiyê, Muxalefet îdia dike ku bi fişara Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Davutoglu dev ji erka xwe berda ye û çûna Davutoglu wekî girîngtirîn gav ji bo danîna pergala Serokatiyê dinirxîne. CHPê diyar kir ku Serokkomar Erdogan têkilî nava AKPê dibe û bi vê yekê destûrê binpê dike.

Parlamenterê CHPê Ozkan Yalim ji K24ê re axivî û got: "Pêwist dike ku bi erka Serokkomariyê Tirkiyê bi awayekî durist û bêalî bi rêve bibe, lê ew çi dike? Him wezîr û him jî Serokwezîrê Partiya desthilatdar AKPê, kontrol dike û bi rêve dibe. Ev yek binpêkirina destûrê ye.”

HDP jî dibêje bi daxwaza Serokkomar Erdogan ku li Serokwezîrekî wiha digere ku her serê xwe li ber wî bitewîne, Davutoglu dev ji erka xwe berda ye û vê yekê jî wekî darbeyekê dinirxîne. Herwiha HDPê destnîşan kir ku Serokwezîriya tu kesî demdirêj namîne ku heta pirsa Kurdî ya li Tirkiyê çareser neke.

Herwiha Parlamenterê HDPê Behçet Yildirim jî ji K24ê re got: "Yek ji giringtirîn sedem ya vê aloziya siyasî pirsa Kurdî ya li Tirkiyê ye. Êdî helwest û polîtîkayên li hemberî pirsa Kurdî dê tundtir û radîkaltir bibe. Lê belê ev biryar dê wan jî rizgar neke. Jinavçûyîn dest pê kiriye. "

AKP îdiayên muxalefetê binecih nabîne û diyar dike ku çûna Davutoglu tiştekî asayî ye di siyasetê de. Parlamenterê AKPê Mehmet Metiner jî vê derbarê de ji K24ê diyar kir û axivî: "Em ne di nava tu metirsî û aciziyê de ne. Em li holê kêşeyekê nabînin. Ev guhertineke nobedariyê ye. Qeyraneke li holê nîn e. Di nava partiyê de aloziyeke nîn e."

Li aliyê din, muxalefet îdia dike ku di kongreya awarte ya AKPê ya 22ê Gulanê de ne bi tenê Serokê Giştî, herwiha Serokwezîr jî dê were hilbijartin û dibêje ev prosesa kongreyê dê bibe sedema qeyranên kûr yên aborî û siyasî.