Li Enqerê Filmê "Şagirt" li benda xelatê ye

Şagirt yekem fîlmê derhêner e û beriya niha ji aliyê Festîvala Fîlman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê û Festîvala Fîlman ya Stenbolê ve, hêjayî xelata baştirîn fîlm hatiye dîtin
author_image Mustafa Bayar
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3d245eb1-7a53-46f0-aadb-822a0e0f0b2e/FilmeSagirtLiBendaXelateYe.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

27 sale  Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Enqerê berdewam dike. Di çarçoveya Festîvalê de, Fîlmê bi navê " Şagirt" ku behsa çîroka kesekî bi nexweşiya panîkattakê ye dike bi beşdariya derhêner û lîstikvanên fîm hate pêşandan

Festîval di 28ê Nîsanê de dest pê kir û heta 8 Gulanê dê berdewam bike. Di festîvalê de gelek fîlmên nû cih digere. Yek ji wan Fîlman jî filmê bi navê "Şagirt" bû. Di fîlm de behsa çîroka kesekî tê kirin ku li ber destê Terziyekî şagirtiyê dike.

Şagirtê bi navê Alîm, bi nexweşiya panîkatakê ye û her tirsa mirinê di dilê wî de ye. Herwiha di xewnên xwe de jî her bi mirinê ve rûbirû ye.

Lîstikvanê Fîlm Hakan Atalay ku di rola Alîm de dilîze, di rola xwe de gelekî serkeftiye û vê serkeftina xwe wekî serkeftina derhêner dibîne ku çîrok gelekî baş nivisî ye.

Derbarê vê miajrê Lîstikvanê Fîlm Hakan Atalay wiha got:

"Her rol helbet gelekî zehmet e ku ev rol karakterekî nexweş be zehmettir dibe. Lê belê ji ber derhêner karakterê bi navê Alîm gelekî baş nivîsî bû, min zehmetî nekişand û ew kiras gelekî baş li ser min rûnişt."

Derhênerê Fîlm Emre Konuk di daxuyaniya xwe ya taybet bo Kurdistan24ê de diyar kir ku wî bi vê çîrokê armanc kiriye balê bikişîne li ser nexweşiyên civakî ku yek ji wan jî nexweşiya tirs û panîkatake û ji ber nebûna aramiya civakî her neferekî li vê erdnîgariyê dijî, bi tirsa mirinê re heval e.

Ji aliyê xwe ve Derhêner Emre Konuk wiha ji K24ê re axifî:"Nexweşiya panîkatakê, ev demeke dirêj bû ku ez li ser wê difikirîm û min li ser wê lêkolîn dikir. Di civakê de, hejmareke berbiçav ya kesên bi vê nexweşiyê heye. Li derdora min jî gelek kes bi vê nexweşiyê ye. Hûn dikarin bêjin, min li ser karakterê şagirtekî wêneyekî civakê girtiye û di filmê xwe de pêşkeş kiriye."

Film ji bilî naveroka xwe, ji aliyê dîmenan û teknîkê ve jî fîlmekî hêjayî dîtinê ye. Rexnegirên Sînemayê, dibêje digel ciwaniya derhêner fîlmekî gelekî serkeftiye ku tahma fîlmê wan derhênerên navûdeng mîna Bergman(Ingmar Bergman) û Haneke(Michael Haneke) dide.

Renegirên Sînemayê û Nivîskar Mûnîr Goker wiha axifî:"Çîrokeke gelekî zehmete ku yek bikaribe bi hêsanî pêşkeş bike. Fîlm bi rastî jî gelekî baş hatiye hûnandin. Sekansên gelekî baş di fîlm de hene ku em bi tenê dikarin di fîlmê wan derhênerên xwedî ezmûn de bibînin. Ji aliyê teknîka sînemayê û dîmenan ve bê kêmasî ye."

Şagirt yekem fîlmê derhêner e û beriya niha ji aliyê Festîvala Fîlman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê û Festîvala Fîlman ya Stenbolê ve, hêjayî xelata baştirîn fîlm hatiye dîtin. Tê çaverêkirin ku di vê festîvalê de jî fîlm hêjayî xelatê were dîtin.