Barzanî: Bo şerê DAIŞê amade ne alîkariya Bexdayê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî radigihîne, di hemû rewşan de, Herêma Kurdistanê bi şerê DAIŞê amade ye hevahengiyê ligel Bexdayê bike.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî radigihîne, di hemû rewşan de, Herêma Kurdistanê bi şerê DAIŞê amade ye hevahengiyê ligel Bexdayê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jan Kobîs û şanda pê re kir. Barzanî di hevdîtinê de tekez li wê yekê kir, di hemû rewşan de, Herêma Kurdistanê bi şerê DAIŞê amade ye hevahengiyê ligel Bexdayê bike.

Li gor malpera “KDP.info” ku rewşa siyaysî, ewlehî, bûyerên Parlementoya Iraqê û berdewamiya proseya siyasî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin,

Di beşek din ya hevdîtinê de, biryar li ser wê yekê hat dayîn, ku herdu alî bo pêhatên siyasî û guhatinên nû li Iraq di şêwirmendiyê de berdewam bin.