Pincara Rêwasê dermanê nexweşiya Penceşêrê ye

Ji ber operasyon û şerûpevçûnên li welêt gelek dever bo welatiyan qedexe ne. Lê belê digel vê yekê, welatî bo debara xwe bikin, guh li qedexekirinê nakin û dikevin pêy li vî pinçarî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/08725188-99f4-4c3f-8c11-bd14fc388e93/RewasJiHerDerdekiDermane.ism/manifest

 

K24-Dêrsim

Rêwasa ku, li çiyayên Dêrsimê yên asê û bilind digihîje û wekî mûza Bakurê Kurdistanê tê zanîn di nava gel de jî wekî  dermanê siruştî tê wesfandin. Welatî bo komkirina vê nebatê li wan çiyayên asê radipelikin ku, debara xwe bikin.

Li çiyayê Dêrsimê bi hatina biharê berf dihele û paşê rêwasa dermanê her nexweşiyê li ser çiyayên Mûnzirê der dibe. Ev pincarê ku bi tehma xwe gelekî taybete ji aliyê welatiyan ve jî eleqeyeke mezin dibîne. Herî dawî, bi lêkolînekê derket holê ku ev pinçar dermanê nexweşiya bê derman e. Li gorî lêkolîna Zankoya Atlanta ya Emerîkî, rêwas hûcreyên kanser/Pençeşêrê tune dike.

Derbarê vê yekê Suat Meriç wiha ji K24ê re got:"Di van mehên dawîn de di rojnameyan de derket ku rêwas ji pençeşêrê re baş e. Welatî pir dixwaze, em jî li ber vê yekê nagihêjin. Îsal jî kêm derketin e.  Ew çiyayên bilind jî qedexe ne û leşkerî lê heye, Hirç hene em ditirsin biçin ser wan çiyayan. Ji pençeşêrê re, ji şekir û ji gurçikan re baş e."

Rêwas li cihên çiyayî derdikeve û bi taybetî li Colemêrg, Wan û Dêrsimê gelekî zêde ye. Lê ji ber çiyayên asê yên Kurdistanê berhevkirina wan jî gelekî zehmet e.

Ji aliyê xwe ve  Serkan Katirciderbarê vê babetê wiha ji K24ê re axifî:"Em saet 03:30 - 04:00an de radibin heya saet 12:00- 13:00an li van çiyayan li Rêwasê digerin. Helbet her sal wekî hev nîn e. Salna baş derdikeve û salna jî kêm e. Herwiha îsal jî ne zêde ye. ji ber vê yekê em jî zêdetir digerin lê belê em berdêla vê zehmetiya xwe werdigrin."

Ji ber operasyon û şerûpevçûnên li welêt gelek dever bo welatiyan qedexe ne. Lê belê digel vê yekê, welatî bo debara xwe bikin, guh li qedexekirinê nakin û dikevin pêy li vî pinçarî.