Gelo Tirkiyê ber bi kû ve diçe?

bi boçûna çavdêrên siyasî, Tirkiyê hem di nav xwe de hem jî li derve bingeha siyaseta xwe dide ser şêwazeke tund ya li ser esasen rageşiyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/86f1fabc-4159-4f7f-9fea-6115903ace86/-RewshaSiyasiYaTirkiye.ism/manifest

K24-Enqerê

Roj nîn e ku di siyaseta Tirkiyê de guherînek pêk nayê. Her çiqas daxuyaniyên li ser yekgirtîbûnê bêne ragihandin jî, bi vekîşana Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Tirkiyê di warê siyasî, aborî û civakî de gelek kêşe hene ku, li benda çareseriyê ne. Rakirina parêzbendiyan, guhertina Destûra Bingehîn û awayê Pergala Serokatiyê çend ji wan sernavanên têr arîşe ne.

Tirkiye di warê siyasî de di serdemeke zor dijwar re derbas dibe. Ji serdema şerê naxweyî yê Sûriyê û destpêkirina şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê bigirin -teqînên li bajarên wek Enqere û Stenbolê jî di navê de- heta têkîliya Tirkiyê ya nexweş bi Rûsya û welatên Ewropa û Amerîkayê û bi taybetî jî bi Îranê re, bandoreke neyînî hem li ser siyaseta parlamentoyê ya Tirkiyê dike û hem jî li ser aboriya wê. 

Li gorî siyasetmedar û rojnamegran ev rewşa nexweş, bi serde jî qeyrana siyasî ya Tirkiye û mudaxaleya Erdogan ya bo hikûmetê hem ji aliyê demokrasiyê ve hem jî birêvebirina awayên Tirkiyê ve rê li ber bêserûberiyê vekiriye. Herwiha bi boçûna çavdêrên siyasî, Tirkiyê hem di nav xwe de hem jî li derve bingeha siyaseta xwe dide ser şêwazeke tund ya li ser esasen rageşiyê.

Derbarê vê mijarê Nûnerê Enqerê yê FOX TVyê Sedat Bozkurt  wiha ji K24ê re got:"Demokrasî ne navê wê rejima ku dê hertiştê kêfa we jê re bê ye. Navê wê rjima ku kêfa we jê re neyê ye. Ew kesên ku hatine binê wî banê parlamentoyê ku hun wan ji wê derê biavêjin hingê meşrûbûna parlamentoyê dê bê nîqaşkirin. Ev rûdanên niha ku, di siyaseta Tirkiyê de rû didin yek ji parçeyên projeyên siyasî yên beriya 7ê Hezîranê ku, ji aliyê partiya desthilat ve hatine danîn in. Siyaseta alozî û rageşiyê. Ev partiya desthilat li ser du esasan bi rê ve diçe. Yek jê ol ya din jî netewperestî ye."

Li gorî siyasetmedarên di nava parlamentoyê de ji bo veguhêstina vê rewşa xirab ya siyasî, lihemberî serokwezîriyê operasyonek hatiye pêkanîn. Di heman demê de parlamenter vê mudaxaleya Erdogan ya li hemberî Davutoglu bo dahatuya demokrasiya Tirkiyê jî wek xetereyekê dibînin.

Derbarê vê babetê Zanistê Siyasetê û Parlamenterê CHPê

Prof. Dr. Nurettîn Demîr wiha ji K24ê re axifî: "Êdî em dikarin ji Erdogan re bibêjin serokkomarekî partiyî. Di pêşbaziya serokatiyê de dibe ku Davutoglu ji xwe re wekî astengekê jî dîtibe. Lê em demokratîk nabînin vê mudaxeleyê. Ev mudaxele wek mudaxaleya 28ê Sibatê ye ku bi destê leşkeran di ser serokkomarê wê demê de hatibû kirin. ya îro jî heman tişte. Ji aliyê siyaseta Tirkiyê û demokrasiya wê xeternak e."

Bi boçuna analîstên polîtîkayê, her çiqas neyê bilêvkirin jî ev bêserûberî û qeyrana navxweyî û ya têkîliyên bi nav dewletî re ku Tirkiyê di navê de ye, bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyê jî dike. Ji lewre li aliyekî Tirkiye demek dirêje ku nikare ji derve krêdiyê peyda bike û her diçe hisabê carî zêde dibe, dahatuyên derbarê tûrîzmê de jî kêm dibin, qeyrana penaberan kurtir dibe û hejmara kesên bêkar her diçe zêdetir dibin. Li gorî siyasetmedaran jî, helwesta rageşiyê ya siyasî, rê li ber van qeyranên heyî vedike û kurttir dike. Loma niha herkes ketiye meraqa bersiva vê pirsa herî giring; "Gelo Tirkiye bi kû ve diçe, an jî dê çawa biçe?"