60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê hene

Berî niha Ajansa “Fars” ya îranî li ser zarê berpirsekî di Hêza Paswanên Îranê ragihandibû ku, 13e şêwirmendên leşkerî yên îranê di şerê parêzgeha Helebê de canê xwe jidest dane, 21ê endamên din birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

K24-Bi armanca parastina Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û piştgiriya desthilatdariya wî 60 hezar Iranî li wî welatî cihdigrin.

Derbarê vê mijarê Malpera Hell ya Amerîkayê ya ser bi Koşka Sipî ve di nûçeyekê xwe de tekez kir ku, 60 hezar Iranî niha li Sûriyê berevaniya Esed dikin û hevkariya wî di şerê li dijî opozîsyona wî welatî de dikin.

Li gor wê malpera Amerîkî di nav wan hêza Iranê de Efxanî û Libnanî jî hene.