Ehmed: Her kesek rexneyekê bike tê girtin û îşkencekirin

Endamekî Şepêla Pêşeroj dibêje, hêzên ewlehiya rêjîmê jî siyasetmedarê Kurd digirtin û tuhmetên erzan dixistin stûyên wan. Dibêje jî ev karên mîlîşyatan e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Şepêla Pêşeroj dibêje, hêzên ewlehiya rêjîmê jî siyasetmedarê Kurd digirtin û tuhmetên erzan dixistin stûyên wan. Dibêje jî ev karên mîlîşyatan e.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Şepêla Pêşeroj Ehmed Riyad ji K24ê re got: “Asayiş her dixwaze tawanan têxe stûyê kesên siyasî û çalakvanan. Her çalakvanek gotinekê yan rexneyekê li wan bigire, asayiş wan digire û îşkence dike, ev kar jî nakeve xizmeta yekîtiya gelê Kurd li Sûriyê.

Serokê Xwecihiya ENKSê yê Rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû girtin û rastî îşkenceyê hatibû. Herwiha piştî serbestberdana Nebî jî, ji aliyê hin kesên çekdar ve gefa kuştinê lê hate xwarin, heger li ser rûpelên tûra civakî binivîse. Sikreteriya Giştî ya ENKSê jî bi daxuyaniyekê ev kar bi tundî şermezar kiribû.

Li ser lêborîna giştî ya Dadgeha Gel ya ku ji encama wê de, 84 Erebên ku bi tuhmeta terorê hatibûn girtin, hatin serbestkirin, Ehmed diyar kir, ku gaveke erênî ye, ji ber ku destên wan bi xwînê nebûn, herwiha dikeve xizmeta pêkvejiyana pêkhateyan li herêma Cizîrê.

Riyad derbarê girtiyên siyasî yên di zîndanê Asayişa Rojava de girtî ne de, amaje bi serkirdeyê PDK-Sê kir û got: “Hêzên ewlehiya rêjîmê jî siyasetmedarê Kurd digirtin û tuhmetên erzan dixistin stûyên wan. Ebdilrehman Apo û bi dehan siyasetmedarên Efrînê çi guneh kiribûn, da ku ji aliyê asayişê ve bêne girtin."

Herwiha Ehmed got jî: "Rexne tiştekî tenduristî bo pêşketinê. Di civakê de gelek nêrîn û reng hene, hema kesekî heger rexneyek kir, ma zimanê wî tê jêkirin, ev ne tiştekî qanûnî ye, ev karên mîlîşta û grûpan e."

Ehmed ENKSê jî rexne kir, ku derbarê girtiyan û leşkerkirina zarokan de ji aliyê dezgehên Rêveberiya Xweser de, ku heger ENKSê xurtir ba, dive rê nedaba wan kesan bo van kiryarên girtin û leşkerkirina bi zorê.