Kobanê: Zarokeke 11 salî li leşkergeheke YPJê ye

Dê û bavê Zaroka bi navê Yasmîn Ibrahîm ya 11 salî ji gundê Korikê ku li başûrê Kobanê dikeve, Dibêjin ku Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bê rezamendiya malbatê, keça wan ji dibistana gund biriye leşkergeha YPJê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/356a3b77-bd1b-45eb-9029-f4a8c7543ccf/Kobane%20xwar%2018.ism/manifest

K24 – Kobanê

Dê û bavê Zaroka bi navê Yasmîn Ibrahîm ya 11 salî ji gundê Korikê ku li başûrê Kobanê dikeve, Dibêjin ku Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bê rezamendiya malbatê, keça wan ji dibistana gund biriye leşkergeha YPJê.

Dê û bavê Yasmînê ku alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, tekez dikin ku zaroka wan nikare karê leşkerî bike û daxwaz dikin ku keça wan di zûtirîn dem de vegera mal û dibistana xwe.

Derbarê kêsa leşkerkirna yasmîna 11 salî, serperştên YPJê li Kobanê didin zanîn ku Yasmîn ji ber zilm û zordariya malbatê, xwe radestî YPJê kiriye, ta ku parastina wê bike. Li gor Nûnera Jinê di Desteya Parstinê de li Kantona Kobanê pêdeviya wan wek YPJê bi xizmetên Yasmîna 11 salî tune ye.

Ji bilî vê yekê leşkerkirina kesên di bin 18 saliyê re ne ji rawiştên YPG û YPJê ne. Ji ber vê yekê dê di demek nêzîk de Yasmîna 11 salî veger nav malbata xwe, lê ev yek jî girêday hin vekolînan e.

Di sala 2014 ê de YPGê rêkeftina rawestandina leşkerkirina zarokan digel saziya Banga Cenêvê îmze kir û di wê demê de YPGê nêzîkî 126 zarokan ji nav rêzên xwe derxist.

Lê li gor hin çalakvanan, ku hêzên leşkerî yên girêday Rêveberiya Xweser hin caran bendên rêkeftina navhatî binpê dikin û zarokan dişînin eniyên şer.