“Davutoglu bi fermandarên artêşê re mil bi mil xebitiye”

Serokwezîrê Tirkiy Ehmed Davutoglu, bi armanca xatirxwestinê serdana Sererkanê Tirkiyê kir û got, di biryarên operasyonan de bihev re xebitîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiy Ahmed Davutoglu, bi armanca xatirxwestinê serdana Sererkanê Tirkiyê kir û got, di biryarên operasyonan de bihev re xebitîne.

Serokwezîrê Tirkiy Ahmed Davutoglu, piştî ku biryara destjêberdana serokwezîrtiyê da, bi armanca xatirxwestinê yekemîn serdana xwe bo Sererkaniya Tirkiyê kir.

Davutoglu piştî serdanê daxuyanî da û got, di 24'ê Tîrmehê de birayar operasyonê tevî Sererkaniya Tirkiyê girtine û di têkoşînê de minetdarên wan in. Davutoglu herwiha da zanîn, biryara operasyona navenda hin bajar û navçeyan jî bihev re girtine û bi fermandarên artêşê re mil bi mil xebîtîne.

Duh, malbepera Karar a înternetê ku nêzîkî Davutoglu ye ji devê hevjîna Davutoglu Sare ragehandibû, di dema biryargirtina operasyonan de Ahmed Davutoglu heta serê sibê, ji ber rewşa zarok û sivîlan girya ye.