Îran çekdarên xwe ji Helebê vedgerêne

Li gor Malpera Hell ya Amerîkayê ya ser bi Koşka Sipî ve, 60 hezar çekdarên Îranê li Sûriyê bi armanca şerê li dijî opozîsyona wî welatî şer dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî kuştina 13e şêwermendên Îranê li Sûriyê hêza pasdaran ya Îranî hemû çekdarên xwe ji bajarokê Xan Toman li Helebê vegişandin û ew serbaz bû Îranê hatin vegerandin.

Derbarê vê mijarê ajansa Êsna ya Îranî li ser zarê Berdevkê Pasdaran Elî Rizayî ragehand ku, hemû çekdarên fewca25ê ya ku, li bajarokê Xan Toman li dijî opozîsyona Sûriyê  şerdikirin hatin vekşandin û bo Îranê hatin vegerandin.

Li gor amarên opozîsyona Sûriyê wan 50 şêwermend li şerê bajarokê Xan Toman kuştine.

Li gor Malpera Hell ya Amerîkayê ya ser bi Koşka Sipî ve, 60 hezar çekdarên Îranê li Sûriyê bi armanca şerê li dijî opozîsyona wî welatî şer dikin.