Gelo armanca girtina siyasetmedarên DBPê çî ye?

Li gorî daxwiyaniyên rayedarên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP) di salekê de hezar û 200 rêvebir, endam û xebatkarên wan hatine zindanîkirin. DBP pêvajoya girtin û desteserkirna endamên xwe dişîbîne pêvajoya operasyonên KCK’ê û dibêje; armanca Tirkiyê ew e ku rê li ber siyaseta Kurdên Bakur bigre.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d012b8ca-747c-4095-aa7f-17f962fb9991/ArmancaGirtinaSiyasetmedarenDBPeCiye.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li gorî daxwiyaniyên rayedarên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP) di salekê de hezar û 200 rêvebir, endam û xebatkarên wan hatine zindanîkirin. DBP pêvajoya girtin û desteserkirna endamên xwe dişîbîne pêvajoya operasyonên KCK’ê û dibêje; armanca Tirkiyê ew e ku rê li ber siyaseta Kurdên Bakur bigre.

Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de DBP’ê Li Bakurê Kurdistanê 106 şaredariyên bajarên mezin, navçe û bajarokan bidest xistin. Ji Tîrmeha 2015’an ve ji ber ku hevşaredarên DBP’ê îlankirina Xweseriya Demokratîk radigihandin rastî lêpirsîna man.

Endamê Lijneya Rêvebir yê DBP’ê Demîr Çelîk, bertekê dide desteserkirina siyasetmedaran û dibêje; partiya desthilatdar naxwaze ti kes fikr û ramanên li dijî wan bîne ziman.

Çelîk ji K24ê re got: “Projeya Partiya Herêman ya Demokratîk Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk e. Hevserokê me di vê derbarê de fikrên xwe aniye ziman û hatiye binçavkirin, ev nayê qebûlkirin, ev ne hiqûqî ye.”

Li gorî ragihandina Cîgirê Hevserokê DBP’ê Mihemed Salih Yildiz, heta niha 21 hevşaredar hatine zindanîkirin û 10 jî ji pewyîr hatine dûrxistin. Dadgeh, sedemên girtina hevşaredar û siyasetmedarên DBP’ê weke “endametiya rêxistina terorî”  radigihîne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK)’ê Leyla Guven dibêje, hatiye ceribandin û dîtin bi girtina siyasetmedaran ti çareseriyê nayê û Kurdên Bakur tenê daxwaza guhertina pergala rêveberiya Tirkiyê dikin.

Guven got jî: “Xweseriya Demokratîk sîstemeke, modeleke. Kurdên Bakur gotin ku em Xweseriya Demokratîk dixwazin, Kurdên Başur niha li ser nîqaş dikin ku welatekî serbixwe ava bikin. Kurdên Rojava dibêjin em statûya xwe wek Federasyon an jî Qantonanan dixwazin. Ji ber ku Kurdên Bakur vê sîstemê dixwaze ev şer li ser wî tê meşandin.  ”

Ji sala 2009’an heta 2012’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê de 2 Hezar û 146 kes hatin darizandin. 274 kes siyasetmedarên Partiya Civaka Demokratîk (DTP)ê bûn. DTP di sala 2012’an de ji aliyê Dadgeha Maqezagonê ve bi îdîaya ku piştevaniya rêxistina terorî kiriye hate girtin. Çavdêrên siyasî digotin; armanca operasyonên KCK’ê tesfiyekirina kadroyên şareza yên siyaseta Kurdî bûn. Derbarê girtina siyasetmedarên Kurd de du nêrînên li dijî hev hene. Aliye nêzîkî dewletê dibêjin; divê siyasetmedarên HDP’ê û DBPê ji PKK’ê dûr bin; aliye siyaseta Kurdî jî dibêje PKK hêcet e daxwaz ew e ku rê li ber siyaseta demokratik ya Kurdî were girtin.