Konsil ê giştî yê Emerîka li Hewlêr: Hewl ên rizgarkirin a Musilê bi leztir dikîn.
K24- Hewlêr
Kunsil ê giştî yê Emerîkayê li Hewlêr ragehand: Emerîka pabende bi wan soz ên ku daye hikumet a Îraqê ji harîkarîkirin a wê li şerr ê rizgarkirn a bajar ê Mûsilê û bi dawîhînan a Daişê li Îraqê.
Duhî êvarê, Matîyas Mîtman, kunsil ê giştî yê Emerîkayê li Hewlêrê û şand a pê re li gel Beşar Kîkî, serok ê Civat a parêzgeh a Neynewa û endam ên civatê , li bajar ê Hewlêrê kombûn.
Di kombûnê de, civta parêzgeh a Neynewa daxwaz ji Emerîkayê kir, hewl ên xwe bi leztir bikin daku rizgarkirin a bajar ê Musilê çi yê dî gîro nebe.
Di beranber de Matîyas Mîtman, di hevpeyvînek a rojnamevanî de ragehand: Em nekarîn dem a destpêkirin a pirose ya rizgarîkirin a Musilê dîrar bikin, lê bêguman em hewl ên xwe dê bi leztir bikin.