Li Weranşerê 4 kes hatin kuştin

Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome û heta niha 5 kes hatine binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Weranşerê 4 kes hatin kuştin.

Duh, danê nîvro li bajarê Rihayê navçeya Weranşerê rêya 4 kesên bimotosîklet ji aliyê polîsan ve hate birîn. Lê belê ew kesana ranewestiyan û ji wê derê reviyan. Piştre navbera wan û polîsan de pevçûn derket û ew her 4 kes hatin kuştin. Li gor îddiayan ew kesana ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Serekaniyê derbasî bakurê Kurdistanê bûne û li ser wan 29 kîlo teqemenî hatiye dîtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome û heta niha 5 kes hatine binçavkirin. Herwiha polîs 10 kesên ku pêwendiya wan bi kuştiyan re hene digerin û li navçeya Weranşerê bergiriyên berfireh yên ewlekariyê hatine wergirtin.