Efrîn bi mûşekên grûpên îslamî tê armanckirin

Grûpên îslamî piştî bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ragihandin, bi mûşek û topan Efrîn û gundên wê armanc dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî piştî bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ragihandin, bi mûşek û topan Efrîn û gundên wê armanc dikin.

Li gor çalakvanên bajarê Efrînê, ku îro demjimêr 17:30 grûpên îslamî 3 mûşekên “Katyoşa” arasteyî Efrînê kirin, lê li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî nebûn.

Roja 12 Gulanê, Ketîbeya 13 ya ku ji Ceyş el-Sune veqitiya ye, di daxuyaniyekê de gef li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwar û bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ji xwe re ragihand.

Herwiha di 12 Gulanê de jî danê nîvro, gundê Baflûnê ya ser bi Efrînê ve topbaran kir, lê li gor çalakvanan ji K24ê xuya kirin, ku ti ziyanên canî nebûn.

Herwiha hat ragihandin, ku ji encama şer û pevçûnê li bakurê Helebê bi taybet li Minbic û Cerabilsê, dora hezar û 550 koçber derbasî Efrînê bûne.