Amedî: Pirsgirêka Kurd li Bakur bi diyalogê çareser dibe

Biryar e ku di 27'ê vê mehê de li Diyarbekirê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) bi daxwiyaniyeke hevpar yekîtiya xwe ragihînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e ku di 27'ê vê mehê de li Diyarbekirê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) bi daxwiyaniyeke hevpar yekîtiya xwe ragihînin.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) Rojhat Amedî derbarê yekgirtina herdu partiyên Bakurê Kurdistanê PDK-T û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) de ji K24ê re ragihand ku, ji nêzî 7 mehan e, di navbera partiyên ku wek rêbaza PDK-Tê xwe dibînin, xebatek tê kirin, bo ragihandina yekîtiyekê. Ji berya mehekê biryara yekîtiya di navbera wan de hatiye dayîn.

Amedî diyar kir, divê KADEP wek partiyeke yasayî tevbigire û di kongreya xwe de biryara derbasbûna nava PDK-Tê bi fermî bide, ev yek jî di 27 vê mehê de encam dide.

Derbarê rola yekîtiya wan herdu partiyan de, Amadî got jî : “li Bakurê Kurdistanê xetimî ye, gelê me jî di pêvajoyeke nû re derbas dibe û ti çareseriyek heta niha nehatiye dîtin. Yekîtiya me netenê yekîtiya du partiyan e, yekîtiya me gelekî fereh e, ji derveyî PDK-T û KADEP grûpene din jî tevlî vê yekîtiyê dibin, me startîciyeke nû danaye pêşiya xwe. Niha îsbat bû ku şerê çekdarî nikarî bersiva gelê me bida. Ji aliyê Tirkiyê jî hatiye îsbatkirin, ku Alternativeke nû Alternativeke li ser bingeha diyalogê û siyasetê kar dike heye, em jî namzetên wê Alternativê ne.”

Amedî diyar kir jî, ku heta niha rola HDP û PKKê li Bakurê Kurdistanê hebû, lê niha rewş hatiye guhartin, ragihandina vê yekîtiyê jî naye wateya ku ew li hemberî HDP û PKKê siyasetekê bimeşînin. Siyaseta ku heta niha PKK dimeşîne siyaseteke şaş e, bi şerê çekdarî û xendekan pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.

Amadî aşkere kir jî, ku armanca wan ew e, ku bi partî û grûpên din re wek (PAK, PSK, HAK-PAR) ew wek bilokekî Kurdî ya berferh pêk bînin, ku bi awayekî xurtir derbasî nava siyasetê li Bakurê Kurdistanê bibin.