Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin

Biryar film a Silav Pêşmerge di demek a nîzîk de bihê pêşkeşkirin li Kurdistanê û li çend welat ên din yên cîhanê.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Biryare film a Silav Pêşmerge di demek a nîzîk de bihê pêşkeşkirin li Kurdistanê û li çend welat ên din yên cîhanê.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan 24, Ehmed Rambo, berhemhêner û ekter ê film a Silav Pêşmerge ragfehand: Kar ên film a Silav Pêşmerge gehiştîye qonax a montackirinê û di çend meh ên dahatî de li Kurdistanê û çend welat ên dî yên cîhanê dê bihê pûşkeşkirin.

Got jî: Çêrok a filmê min nivîsîye û sînaryû jî Seed Mehemûd û film ji derhînan a Hesen Elîye. Ji bilî min her yek ji xanim a ekter a Elmanîayî Lîyûnî Zyûmer û Ekter a navdar a Ereb Şemem Elhesen rol a serekî di vê filmê de digerînin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku ji alî yê darayî ve, ev film li ser kîs a xwe berhem hînaye û ji alî yê Menewî ve jî di dem a berhemhînan a filmî de wezaret a hindûrî ya Herêm a Kurdistanê, parêzgar ê Hewlêrê, hêz a Pêşmerge ya zêrevanî û hêz a piştîvanî ya Pêşemege gelek harîkarî ya me kirine.

Film a sînemayî ya Silav Pêşmerge, çêrok a dastanek a Pêşmergey divegêrre di werz a zistanê de li gel rojnamevanek a bîyanî ku bo veguhaztin a nûçe yên şoriş a Kurd hatîye Kurdistanê, di wê demê de ku cîhan bê agah bûye ji wê sitem  li gel ê Kurd dihat kirin û ji bilî çîyayn çi heval ên din nebûn. Ewê rojnamevanî divê bi rê ya kamîre ya xwe , nûçe yên şoriş a  Kurd bo cîhanê veguhêze. Duv re rijêm a Beis a Îraqê pê dizane û hewl dide wê rojnamevanê bigire. Lê segirmeyek a hêz a Pêşmerge rê nade bikeve dest rijêm a Bexdayê û piştî şerrek ê dijwar bi rê ya sinûr ê Turkîyayê wê rizgar dikin.

Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin
Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin
Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin
Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin
Film a Silav Pêşmerge dê bihê pêşkeşkirin