Hêzeke taybet a Siûdiyê giheşte Tirkiyê

Ew meşq û rahênana hevbeş, 20 rojan berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzeke Erebistana Siûdiyê ya taybet bi armanca beşdarîkirin di rahênanên hevbeş giheşte Tirkiyê.

Li gor kenala El-Erebiyê ragehandî,  11 welat di nav de jî Amerîka, Ezberîcan, Almanya, Tirkiyê, Qeter û Erbistana Siûdiyê dê beşdariyê di perwerdeya leşkerî ya hevbeş de ku, biryare 20ê vê mehê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê dest pê bikê bikin.

Li gor heman çavkaniyê bi armanca beşdarîkirin di rahênanên bi navê "serkeftina El-Enadol" 8 firokeyên Erbistana Siûdiyê ji corê "Tornîdo" di 20ê vê mehê de digehin Tirkiyê.

Li gor El-Erebiyê rahênan dê bejayî, asmanî û deryayî bin, herwiha ew meşq dê bi manoreke leşkerî bi dawî were.

Ew meşq û rahênana hevbeş, 20 rojan berdewam dike.