Roja Zimanê Kurdî li Efrînê tê pîrozkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî , îro li hola Dîlan li bajarokê Cindrêsê yê Efrînê, bi hilkefta Roja Zimanê Kurdî çalakiyek lidar xist.
Di çalakiya Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de, hin aliyên siyasî û desteyên hin kovar û rojnameyên ku bi zimanê kurdî derdikevin, gotin û gotarên xwe bo vê rojê xwendin.
Herwiha di çalakiyê de, hin mamosteyên Zimanê Kurdî ji ber ked û xebata wan bo parastin û fêrkirina Zimanê Kurdî hatin xelatkirin.
Çalakiya SFPZK bi hin kevalên mûzîk û stranên şagirtên Peymangeha Arya û hunermend cîhad Silêman hate xemilandin.