Nirxê Lîreya Tirkî her diçe kêm dibe

K24-Navenda Nûçeyan
Nirxê Dolar beramberî lîreya Tirkî roj bi roj zêde dibe û îro dolerk di piyasayên Tirkiyeyê de 2.98 lîre ye.
Şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê, îstifaya dev ji kar berdana Tirkiyeyê , têkçûna pêwendiyên Rusya û Tirkiyeyê û rewşa aloz a siyasî bandoreka xirab li ser aboriya Tirkiyeyê dike.
Ev yek jî dibe sedem ku, nirxê Dolarê beramberî lireya Tirkî zêde bibe. Dolarek Emerîkî dawiya hefteyê beramberî Lîreya Tirkî 2.97 lîre bû.
Duh jî hilketina Dolarê her berdewam bû û îro, piştî nîvro dolarek emerîkî gihişt nêzikê 3 lîreyên Tirkiyey.
Li gor pisporên aboriyê rewşa nediyar a siyasî ya Tirkiyeyê berdewam be dê Dolar 3 lîreyan jî derbas bike.