Evro sê teqn li Bexdayê çêbûn

Teqînek a dî, evro Sêşembîyê, dever a Sedir li rojhilat a paytext a Îraqê kir armanc. Ev teqîn jî piştî hêrişek a xwejî hat li dever a Şeib û teqînek a dî jî li dever a Reşîd rûda, ku bûne eger a kuştin a 44 kesan û birîndarbûn a 90 kesên din.

K24- Hewlêr

Ajans a nûçe ya Royterz li zar ê çend çavk ên polîsî yên Îraqê veguhazt ku evro teqîneyekê bazar a firoştin a fêkî û keskî yê Cemîle li dever a Sedir kir aramanc li Bexdayê û bû eger a kuştin a 5 kesan û birîndarbûn a 14 kes ên din.

Li gor çavk ên polîsî yên Îraqê, evro dû teqîn bi rê ya bomb ên çandî û jinekl a xwekuj ku piştênek bombrêjkiriî pê re bû hat encamdan û bazarek a dever a Şeib kir aramnc li bakûr ê rojhilat a Bexdayê û bûne eger a kuştin a 38 kesan û birîndarbûn a 70 kes ên din.

Li gor çavk ên polîsî: her evro teqînek ku bi rê ya otombîlek a bombrêjkirî hat encamdan û bajar ê firoştin a fêkî û keskî, dever a Reşîd li Bexda, kir armanc û bû eger a kûştin a 6 kesan û birîndarbûn a 21 kes ên din.

Ev di demkê de heye ku berdewam hêriş ên xwekujî û teqîn dever ên cûdacûda yên Bexdayê dikin armanc bi tayebtî li dû heftî yên burî ev bûyer zêdebûne û rêkxistî ya Daişê berpirsînî ya xwe ji encamdan a evan teqînan û hêrişan ragehandîye.