Pêşangeha pirtûkan li Amedê dest pê kir

Di çarçoveya Pêşangehê de, îmze kirina pirtûkan, panel û çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f34cfd99-8f80-43e9-8661-e6a8fcfd24c2/PeshangehaPertukanDestpekir.ism/manifest

K24-Amed

Li Bakûrê Kurdistanê, li gel şer û pevçûnan, xebat û çalakiyên çand û hunerî jî tên kirin. 2. Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê, li Parqa Sûmerê destpê kir. Di çarçoveya Pêşangehê de, îmze kirina pirtûkan, panel û çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.

Di vekirina 2. Pêşangeha Diyarbekirê de, Hevseroka Şaredariya Mezin Gultan Kişanak ragiahand ku, xwendin û xwe bi pêzanîna xemlandin, ji bo pêşketina civakan girîng e û ji bo civaka Kurd jî bipêş bikeve, lazime bi hişyarî û xweşbînî xwedî li pêşangehên wiha derbikevin. Kişanak balkişand ku heta 2 sal berê jî pêşangeha pirtûkan ji aliyê TUYAPê ve dihat lidarxistin, lê ji ber egerên cudareng ew êdî li Diyarbekirê pêşangeh lidarnaxin û dazanîn ku ew hêjatir vê pêşangehê birêve dibin.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz jî, ji Kurdistan24 re anî ziman ku, ji ber perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê nîne, behrem û hunerên Kurdî bi gelek kêm derfetî û astengiyan re rûberû ye.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Li Diyarbekirê Omer Dilsoz wiha ji K24ê re got:"ji pêşdibistanê bigre heta zankoyê, divê di wî zimanî de perwerdehî Bê kirin. Hemû zanistên heyî, divê bi wî zimanî bên fêr kirin da ku, nivîs û wêjeya bikemile û bi pêş bikeve. Astengiya herî mezin perwerdehiye bi min."

Di Pêşangehê de, 72 weşanxane, dê 5 roj 70 bernameyên çalakiyan birêve bibin.

Fuara Pirtûkan ya Diyarbekirê, bi cure çalakiyan dê di navbera 17 û 22ê Gulanê de berdewam bike.

"Di vê serdema şer, pevçûn û nexweş de, min digot wê xirabtirbe. Lê qasî ku em dibînin mirov haya wan ji zimanê wan heye, bala wan li ser ziman û berhemên bi Kurdîn e."